VAN / HAKKARÎ
Gelê herêmê ku ji ber şer û çalakiyan ev bi salan e di tengasiyê de bûn, bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê rehet bûn û dixwazin pêvajo heta aştiyê bidome.
Esnafên Van û Hakkariyê ku ev 8 meh in di nav aramiyê de karê xwe dikin, der barê pêvajoyê de fikr û ramanên xwe bi nûçegihanê AAyê re parve kirin.
Esnaf Haci Şevket Yilmaz der barê gotinên 'pêvajoya çarêseriyê ya xitimî' de got ku ev gotin ne rast in. Heqê tu kesî tune ku aştiyê xera bike. Yilmaz diyar kir ku bi xêra Serokwezîr Erdogan zordariya li ser gel rabû.
Esnaf Adnan Bayer jî der barê pêvajoyê de anî ziman ku pêvajoyê ji hemû herêmê re aramî anî û dilxweşiya mirovan ji çavê wan tê dîtin. Bayer got: "Em dixwazin pêvajo teqez dewam bike. Jixwe gel birayên hev in. Divê her kes ji bo aştiyê tevbigere."
Esnaf dixwazin aramî dewam bike
Esnafên ku ji ber çalakiyan kargehên xwe digirtin, îfade kirin ku bi xêra pêvajoyê kargehên xwe nagirin, karê xwe dikin û pereyan qezenc dikin.
Ji esnafên Bazara Gel ya Mezin ya Vanê Haci Tûnç, got ku me 18 sal berê ji Hakkariyê koç kir û li bazarê ji xwe re cih dît. Tûnç wiha dewam kir: "Me tu carê ji Xwedê baweriya xwe nebirî. Înşaellah pêvajo di nêvî de nemîne û bidome. Li cihê ku lê şer tuneye her tişt pir xweş e. Mirov bi rihetî radikeve, radibe û dixebite. Mala Xwedê ava heta niha tu dayik negiriyan. Ji vê xweştir çi heye?"