12 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ku operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina temam bûn, di xebatên lêkolîn û lêgerînê da gule berdan hêzên ewlehiyê û di pevçûnê da 4 endamên rêxistinê hatin kuştin û 2 polês birîndar bûn.
Piştî operasyonan li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê ku qedexeya derketina derva heye xebatên lêgerînê dewam dikin.
Hat destnîşankirin ku li taxa Savaşê di xebatên lêkolîn û lêgerînê da gule berdan hêzên ewlehiyê û di pevçûnê da 4 endamên rêxistinê hatin kuştin û 2 polês birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê û li herêmê operasyon dewam dike.