08 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê rokêta ku endamên PKKya rêxistina terorê danîbûn nêzîkî xwendingehê di destê zarokan da teqiya. Di teqînê da zarokek mir û 3 zarok jî birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, zarokên ku li tanga Xwendingeha Herêmê ya Dibistana Seretayî ya Turk Telekomê dilîstin, bi rokêta ku terorîstan berê danîbûn wê derê mijûl bûn û rokêt di destê wan da teqiya.
Di teqînê da rewşa yekî wan giran bi tevahî 4 zarok birîndar bûn. H.Y.yê 9 salî yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlwanê ligel hemû midaxeleyan wefat kir.
Tedawiya zarokên birîndar dewam dike.