13 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva li kolana Gaziyê û taxa Cevatpaşayê bi temamî, li taxa Dabanogluyê jî li 4 sikakan rabû.
Ji bo pergala qamûyê, rakirina barîkatên ku endamên PKKya rêxistina terorê danîn, tijekirina çalên ku vedabûn, îmhakirina bombeyên ku bi cih kiribûn, operasyon hat kirin. Ji bo ku zirar negihêje can û malê welatiyan jî li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û kolana Gaziyê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin. Îro ji saet 08.00î pê va qedexe li hin deran rabû.
Qaymeqamtiya Sûrê ji ber ku pergal û ewlehiya qamûyê hat tesîskirin, li kolana Gaziyê û taxa Cevatpaşayê bi temamî, li taxa Dabanogluyê jî kuçeyên Marangoz, Mîras, Suleyman Nazîf û Varolê qedexeya derketina derva rakir. Piştî rabûna qedexê gelek welatî piştî kontrola polêsan vegeriyan malên xwe.
Welatî ji ber ku piştî sê mehan vedigerin malên xwe bi kelecan bûn û hat dîtin ku hin jin ji şabûna giriyan.
Malbatên ku ji ber êrîşên mensûbên PKKya rêxistina terorê bi mehan in mexdûr bûne, bertek nîşanî terorîstan dan.
Li kolana Gaziyê hin baregehên ewlehiyê hatin rakirin, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li ser kolanê paqijî kir.