Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da destnîşan kir ku ferqa bajarê pêxemberan Rihayê û Edîrneyê ji hev tuneye û got ku em ê vê mîrasa dîrokî ya hevbeş biparêzin.
- "Me di domandina pêvajoya çareseriyê da helwesteke erênî û bibiryar nîşan da"
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Pêvajoya çareseriyê ji bo me pêvajoya yekîtiya neteweyî, hevkarî û demokrasiyê ye. Piştî ku hikûmeta me hat ser wezîfeyê xebatên ku di dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da dest pê kirin, meşand. Di vê pêvajoyê da ji bo xebatên bên kirin û gavên bên avêtin helwesta me eşkere ye."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku ji bûyerên 6 û 7ê cotmehê du encamên girîng derketin û wiha got: "Ya yekem di pergala kamuyê da tawîz nayê dayîn. Heger di pergala kamuyê da tawîz were dayîn pêvajoya çareseriyê jî nameşe. Ji ber vê jî me pakêta parastina azadiyan û reforma ewlehiya navxweyî amade kir ku niha li Meclisê ye. Ji Edîrneyê bigre heta Hekariyê wê li hemû bajarên Tirkiyeyê pergala kamuyê were avakirin û em ê parastina pergala kamuyê berdewam bikin. Çawa li Edîrneyê welatî di nav ewlehiyê da dikanên xwe vedikin, em ê li Hekarî, Wan, Diyarbekir û li hemû Tirkiyeyê vê ewlehiyê tesîs bikin."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da diyar kir ku em ê destûrê nedên ku ewlehî bikeve talûkeyê û di berdewamiyê da wiha got: "Yên ku di şerê Balkanê da mil dan hev û şer kirin, yên ku di şerê îstiqlalê da, di şerê Çanakkaleyê da, li ser Çiyayên Allahûekberê mil dan hev û şer kirin, çawa ku bi hev ra jiyan, neviyên wan jî wê heta hetayê bi hev ra bijîn. Pêvajoya çareseriyê ji bo kesên ku dixwazin fitneyê bixin nav gelê me, bersivek e."