10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu Planên Xebatên Sala 2014an a Hîkûmeta 64emîn eşkere kir.
Serokwezîr Davutoglu daxuyand ku hefta pêş me biryara Lijneya Wezîran a ji bo ku ev xebat bikevin rewacê wê derkeve.
- "Ez careke din bangî serokên hemû partiyan dikim"
Davutoglu got ku guherandina destûra bingehîn armanca sereke û bingehîn e û wiha axivî: "Ez ê bi serokên partiyan ra xeber bidim ku pêwistî bi guherandina destûra bingehîn heye. Ez bawer dikim ku em ê aqilê hevbeş bikin dewrê û bi lihevkirineke berfireh a civakî destûra bingehîn çêkin."
Davutoglu ji bo guherîna makezagonê bangî serokên giştî yên partiyan kir û wiha got: "Ez bê cudakarî ji vîr bangî hemû serokên giştî yên partiyan dikim, werin em vê makezagona şerma herî mezin a ku ji dema derbeya 12 Îlonê maye bi hev ra ji ji holê rakin. Di dewsa wê da makezagoneke azadîxwaz, demokartîk, hevdem a ku bibe rûmeta me amade bikin."
- "Darizandinên ku bi salan e dewam dikin wê bigihêjin encamê"
Serokwezîr Davutoglu got ku dozên ku bi salan e dewam dikin û nagihêjin encamekê jî wê ji vir pê ve di demeke kin de bigihêjin encamê û wiha axivî: "Li seranserê welêt dema darizandinê ya îdeal wê bê eşkerekirin. Ew darizandinên ku bi salan e dewam dikin û bê encam dimînin wê bi dawî bibin. Dema darizandinê li gor doz û dadgehên pê re eleqedar in ve wê bên eşkerekirin, ji bo ku dozger û dadgeh li gor vê demê tevbigerin wê tewdîr bên hildan."
Serokwezîr Davutoglu behsa guherînîn ku wê di qada dadgeh û hiqûqê de çêbibin kir û wiha axivî: "Desthilatiya hiqûqî ya dadgehên temyîzê ya li ser dadgehên di asta jêr de ne wê bê sînorkirin. Wê li ser muesseseya pisporiyê cardin xebat bê kirin û pêşnumaya qanûnê ya pisporiyê ya mustaqîl wê bê amadekirin. Bingeha dadgehên kar û xebatên wan wê li ber çav ra bê derbaskirin. Herî dawîn di nav 6 mehan de di daraza edlî û îdarî de dadgehên îstinafê wê bikevin rewacê."
- "Prîma piştgiriya ewlekariya civakî wê ji holê rabe"
Davutoglu ji bo mehaneya kal û pîrên teqawîdbûyî jî wiha got: "Me pirîma piştgiriya ewlekariya civakî ya ku ji mehaneya teqewidbûyên ji Sandiqa Teqawidbûnê, SSKyê, Bag-Kurê dihat birîn ji sedî 15an daxistibû ji sedî 10an, lê belê di nav 3 mehan da em ê bi tevahî ji holê rakin. Kesên ku mehaneya kal û pîrtiyê distînin yên ji 65 salî mezintir êdî li cem kê rûdinin bira rûnên yê ji mehaneya wan pere neyê birîn em ji bo vê sererastkirinan dikin."
- "Mehaneya asgarî wê bibe hezar û 300 lire"
Davutoglu got ku mehaneya asgarî wê bibe hezar û 300 lire û ew ê mehaneyên mixtar û polêsan jî zêde bikin. Davutoglu der barê meaşan de wiha axivî: "Em ê di 3 mehên pêşiya me da meaşên mixtaran ê ku 950 li ye, derxin hezar û 300 lireyî. Em ê rêjeya eşkerekirina miaşên polês û leşkerên pispor ku 2200 e, derxin 3000î û tezmînata xizmetê ya ewlehiyê ya polêsan jî ji sedî 25 zêde bikin."
- "Akademiya mamosteyan wê bê avakirin"
Davutoglu got ku akademiya mamosteyan wê bê avakirin û wiha axivî: "Akademiya mamosteyan wê bê avakirin. Mamosteyên me wê di van akademiyan ên ku derfetê dide wan ku ew xwe pêş ve bibin de xwe pêş ve bibin."
"Sozên ku me dabûn em ê di nav 3 mehan de bînin cih"
Serokwezîr Davutoglu got ku sozên ku hatine dayîn wê di nav 3 mehan bên cih û wiha axivî: "Sozên ku me ji bo ciwan, jin, esnaf, cotkar, karker û hemû welatiyan dabûn, em ê di nav 3 mehan de bînin cih. Bi îzna Xwedê em ê bi hev re şahidiyê bikin ku me ev soz anîne cih. Me soz dabû gelê xwe û niha dem ew dem e ku em van sozan binîn cih."