Serokwezîr Ahmet Davutoglu ragihand ku Anadolu Agency bi nûçegihaniya xwe ya pêbawer, alînegir, exlaqî û lezgînî ve di dinyayê de ji ajansên herî bi qedr û qîmet e.
Davutoglu bi minasebeta salvegera 95emîn ya avakirina Anadolu Agencyê daxuyaniya nivîskî da. Davutoglu got ku Anadolu Agency li gor parolaya "Ajansa Nûçeyan ya Hêzdar ya Tirkiyeya Hêzdar e" tevdigere û ji bo têkoşîna îstiklalê piştgirî da û ev jî ji bo wan tiştekî taybet e.
Davutoglu destnîşan kir, ji avakirina komarê û heta niha Anadolu Agency di alema çapemeniyê de pêşengtî kir. Davutoglu got ku ew wek hikûmet girîngiyê didin ajansê û ajans di van salên dawîn de pêş ve çû û xizmeta wê ya nûçegihaniyê zêdetir bû.
Gotinên Davutoglu wiha dewam kirin: "Anadolu Agency ji bo hedefa xwe ya ku di dinyayê de bibe ajanseke jêhatî, gavên baş avêtin û li her derê dinyayê bi nasnameya xwe ya 'merqeya Tirkiyeyê' ve di nûçegihaniya navneteweyî de bû aktorekî xurt."
Davutoglu got ku ew bi minasebeta salvegera 95emîn ya avakirina Anadolu Agencyê hemû rêvebir, nûçegihan, edîtor, personelê îdarî û teknîkî pîroz dike û serkeftina wan dixwaze.