ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Evangelos Venîzelos li Wezareta Karên Derve hevdîtinek rûbirû pêk anîn.
Davutoglu piştî hevdîtinê bi civîneke hevpar ya çapemeniyê de pirsên rojnamevana bersivand û der barê bûyerên li sînorên Suriyê diqevimin de axivî û got ku ji niha pê ve ji bo her cure tehdîdên der barê ewlehiya sînorên me de, dê bergirî bên girtin û demildest bersiv bê dayîn.
Davutogula bi bîr xist dibe ku rejîma Esed, kurd, ereb û tirkmenan berî hev bide û desnîşan kir ku divê tu kes nekeve nav van dafikan. Davutoglu bal kişand pêjeroja Suriyê û ev hişyarî da: "Li Suriyê rewşên de facto yên bi bingeha mezhebî an jî etnikî, nayên qebûlkirin. Ev yek dibe sedemên qeyranên mezintir. Dema parlamentoyek ji hêla gelê Suriyê ve hatî hilbijartin ava bû, nûnerên parlementoyê biryara mijarên dahatûya Suriyê, birêvebirina wê dê çi be, kîjan yeke dê li wir hebin, dê bidin. Ev di wê merheleyê de mijara navxweyî ya Suriyê ye. Lê belê heya ew parlemento ava bibe, dive her kes ji lêferzkirinin bi vî awayî û hewldanên afirandina de factoyê dûr bisekine. Rîska vê yekê gelekî mezin e."
Rojnamevanekî pêvçûnên navbera hêzên muxalif û PYDê de li Serêkaniya sînorê Tirkiyeyê pêk tên û îdiayên ku dibêjin Esed ê xweseriyê bide herêmê bi bîr xist. Li ser vê yekê Davutoglu got ku ne tenê Serêkaniyê hemû geşedanên li Suriyê bi baldarî û fikareke mezin dişopînin.
Davutoglu diyar kir ku bomberdimana Xumusê û Serêkanî, pêvçûnên li her deverê Suriyê û qeyrana li welêt ne tenê bandorê li ewlehiya Suriyê lê dê bandorê li ewlehiya navneteweyî û herêmê jî bike.