ANKARA
Wezareta Edaletê daxuyaniyek da û bi bir xist ku van rojên dawîn ji bo qontrolkirina tenduristiya Ocalan weşan tê kirin da ku heyeteke serbixwe ya bijişkan bişînin Îmraliyê.
Hat diyarkirin ku ji bo ku raya giştî agahiyên rast hîn bibe daxuyanî hat dayîn. Hat dest nîşan kirin ku di navbera wezaretên Edalet, Tenduristî û Karên Hundirî de protokola sê alî hatiye îmzekirin. Xizmetên di saziyên înfaz û cezayê de jî ji hêla bijîşkên ku Wezareta Edaletê di bin çarçoveya vê protokolê de peywirdar kirine ve tê meşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xizmetên tenduristiyê yên li girtîgeha Îmraliyê jî bê navber ji hêla bijîşkê malbatê û karmendê tenduristiyê yê ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bursayê peywirdar kiribûn ve tê meşandin. Hat diyarkirin ku girtiyên di saziyê de kengî bixwazin, dikarin muayene bibin. Heke bijîşk guncan bibine bijîşkekî pispor yê ji hêla Midûriyeta Tenduristiyê ya Bursayê ve hatiye peywirdarkirin jî muayene û tetkîkên hewcedar dike.
Di daxuyaniyê de hat balkişandin ku heke piştî van qontrolan rewşeke ku muayene û tetkîkên pêşketî hewce bike derkeve holê, nexweşxaneyên bi rêk û pêk yên ku dê bikarin hemû girtiyan sewq bikin, hatine diyarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû saziyên ceza û înfazê yên li Tirkiyeyê ji bo kontrolên neteweyî û navneteweyî vekirî ne û ev yek li serê hatin zêde kirin: Lijneya Bergiriya Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ji 1ê sibata 1989an heya niha bi awayekî rêk û pêk li girtîgehan lêkolînan dike û rewşên girtigehan rapor dike. Di vê çarçoveyê de Girtîgeha Îmraliyê ji hêla heyeteke ku bijîşkên CPTê jî tê de cî digirin di hezîrana sala 2013an de hat ziyaretkirin û kontrolên hewcedar kirin.
Li gor bijîşkê saziyê, daneyên heyeta CPTê û muayeneyên bijîşkên ji branşên cur bi cur ya 16ê tîrmeha 2013an nîşan dan ku tu pirsgirêk di rewşa giştî ya tenduristiya mehkûm Abdullah Ocalan de tuneye. Di gel vê yekê tê nirxandin ku spekûlasyonên der barê tenduristiya Ocalan de tên kirin, dibe ku bandoreke neyinî li ser encamên pêvajoya çareseriyê bike.