Zeynep Rakipoğlu
16 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Emîne Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê nexweşîna vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ragihand ku îro pêvajoya xwe ya îzolasyonê temam kiriye.
Emîne Erdoganê li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê rewşa xwe da wiha got, "Îro pêvajoya min ya îzolasyonê temam bû. Ez sipasiya ekîba me ya tenduristiyê dikim ku bi me ra eleqedar bûn. Xwedê şifayê bide hemû nexweşan."