ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Fededal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî li avahiya fermî qebûl kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî bû û 3 saetan dom kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hatin bidestxistin, Serokwezîr Erdogan û Barzanî li ser mijarên herêmê axivîn.
Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir ku li Iraqê bêyî ku cudakariyê bikin bi hemû derûdoran re pêwendiyê datînin. Erdogan di vê çarçoveyê de bal kişand ser serdanên Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû û Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek ên li Iraqê. Erdogan diyar kir ku serdanên bi vî awayî dê bidomin.
Ji bilî vê Erdogan destnîşan kir ku dê di demeke nêz de Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî bê Tirkiyeyê û dixwazin civîna duyemîn a Konseya Hevkariyê ya Stratejîk a Tirkiye û Iraqê li dar bixin.
Erdogan diyar kir ku hêviya wî ew e ku piştî civîna Konseya Hevkariyê ya Stratejîk a Tirkiye û Iraqê serdaneke fermî li Iraqê bike û di vê çarçoveyê de ji bilî Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike.
Di hevdîtinê de Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz jî hazir bû.