ANKARA
Parlamenterê Tûnceliyê yê CHPê Kamer Genç di şeva ku ji bo Roja Neteweyî ya Japonan hat lidarxistin de li dijî Emîne Erdoganê bêhurmetî kir.
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahînê der heqê vê helwest û tevgera Kamer Genç de wiha got: "Parlementerê CHPê Kamer Genç bi peyvên xwe yên bêrûmet û tewşomewşo dev avêt xanima Serokwezîrê me birêz Emîne Erdoganê, tam li gorî xwe tevgeriya."
Şahînê der barê Kamer Gençê ku di şeva li Balyozxaneya Japonyayê hat lidarxistin de mudexeleyî axaftina Emîne Erdogan kir de daxuyaniyeke nivîskî da.
Şahînê di daxuyaniya xwe de got ku parlementerê CHPê Kamer Genç bi peyvên xwe yên bêrûmet û tewşomewşo dev avêt xanima Serokwezîrê me birêz Emîne Erdoganê, tam li gorî xwe tevgeriya. Şahînê bilêv kir ku dema gotinên Kamer Genç bihîstiye gotin û daxwazên wê yên rojek berê ku di "Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan" de kiriye hatiye bîra wê.
Şahînê wiha dewam kir: "Lê mixabin tu xêra peyamên wiha ji bo mirovên dilê wan hişk bûye û çavên wan hatine girtin tuneye û li Balyozxaneya Japonyayê jî bêhurmetiyê li xanima Serokwezîrê welatê xwe re dike."