Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê bi akademîsyenên di qada hiqûq, zanistên siyasî, birêvebirina kamuyê, civaknasî û raqihandinê de pispor in re, hat bal hev.
Civîn li Qesra Serokomariyê, ji çapemeniyê re girtî hat kirin û 2 saet û 45 deqîqe dewam kir.
Ji bilî akademisyen û saziyên fikr û ramanê dê wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Bûrhan Kûzû û Parlementerê AK Partiyê yê Enqerê Ahmet Îyîmaya jî beşdarî civînê bûn.
Mijara sereke ya civînê pergala serokatiyê bû. Kordînatorê Giştî yê Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETA) Burhanettîn Dûran, Dîrektorê Weqfa Lêkolînên li ser Polîtîkayên Aboriyê yên Tirkiyeyê (TEPAV) Guven Sak, Serokê Enstîtuya Hizra Stratejîk (SDE) Bîrol Akgun û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê Weqfa Etutên Aborî û Civakî yê Tikiyeyê (TESEV) Nafîz Can Paker wekî nûnerên zasiyên fikr û ramanê beşdarî civînê bûn.
Di nav mêvanên Qesra Serokomariyê de navên wek Hiqûqnasê Zagona Bingehîn û Endamê YOKê Prof. Dr. Yavûz Atar, Hîndekarê Şaxa Hiqûqê ya Zagona Bingehîn yê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hasan Tahsîn Fendoglu, Endamê Hîndekariyê yê Şaxa Dîroka Hiqûqê yê fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Ekrem Bugra Ekîncî, Endama Hîndekariyê ya Beşa Rêvebirina Kamuyê ya Fakulteya Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Gonca Bayraktar Dûrgûn, Endamê Hîndekariyê yê Beşa Civaknasiyê yê Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Îsmaîl Coşkûn, Endamê hîndekariyê yê Fakulteya Ragihandinê yê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Halûk Alkan, endamê hîndekariyê yê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bîlkentê Doç. Dr. M. Akîf Kîreççî û endamê hîndekariyê yê Beşa Birêvebirina Kamuyê ya Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Hamît Emrah Berîş hene.
Rojnameger Gulay Gokturk jî vexwendin civînê û Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga, Alîkarê Sekreterê Giştî Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn.
Erdogan cara ewil di 14ê rêbendana 2015an de li Qesra Serokomariyê şîv dabû.