24 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku ewê dest ji xebata xwe ya seba dostî û aşitiyê ya li dijî kesên ku dîrokê dikin amûrê siyasetê û dixwazin herdu gelên cîran ên xwedî dîrok û adetên hevpar bixin pêsîra hev û bi vegotinên nefret û dujmintiyê ji hevdu dûr bixin, nekişînin û wiha got, "Ez bi van hizr û ramanan va Ermeniyên serdema Osmaniyan ên ku çûne ebediyetê, careke tevî rêza xwe bi bîr tînim, serxweşiyê didim xizmên wan ên li heyatê."
Serokomar Erdogan bi minasebeta ayîna bibîranîna bûyerên 1915an a li Dêra Dayîka Meryem a Kumkapiyê ya Patrîkxaneya Ermeniyan va ji Cîgirê Giştî yê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Aram Ateşyan ra peyamek şand.
Beriya ayînê peyama Erdogan ji hêla Ateşyan ve hat xwendin.
Erdogan di peyama xwe de got ku ew welatiyên ku îro li Stenbolê di bin banê Patrîkxaneya Ermeniyan a Stenbolê li hev civiyane ku ermeniyên osmaniyan ên ku di Şerê Cihanê ya Yekemîn de mirine bi bîr bînin, silav dike û ew rêzên xwe ji wan re dişîne.
Erdogan got ku ew kêfxweş e ku êş û bîranînên ermeniyan ên osmanî li ser axa Tirkiyeyê bi merasimekî ve tê bibîranîn û wiha axivî:
"Wezîfeyên însanî, kêfxweşî û êş li ser axa Anadoluyê bi dilsozî tên parvekirin. Axa Anadoluyê wijdan û edaletê ji ser her tiştî digre. Em ê bi vê nêrîn, hişmendiya dîroka xwe û asoya mirovahiyê ve xwedî li ermeniyên osmaniyan derkevin. Em ê çanda jiyanê ya hevpar a tirkan û ermeniyan ya ku digîhîje hezar salî bi bîr bînin û bidin bibîranîn.
Emê dest ji xebata xwe ya seba dostî û aşitiyê ya li dijî kesên ku dîrokê dikin amûrê siyasetê û dixwazin herdu gelên cîran ên xwedî dîrok û adetên hevpar bixin pêsîra hev û bi vegotinên nefret û dujmintiyê ji hevdu dûr bixin, nekişînin.
Ez bi van hizr û ramanan va Ermeniyên serdema Osmanî yên ku çûne ebediyetê, careke din tevî rêza xwe bi bîr tînim, serxweşiyê didim xizmên wan ên li heyatê. Ez hemû welatiyên Osmanî ên ku dîn û nijada wan çi dibe bira bibe û di heman serdemê da mirine, bi rehmet û tevî rêza xwe bi bîr tînim. Ez dîsa dixwazim bînim ziman ku em vê êş û kedera hevpar hîs dikin. Ez bi vê wesîleyê va dîsa spasiya hemû welatiyên me yên ermenî dikim ku ji mêj va alîkariya pêşketina welatê me kirine."
Peyama Serokomar Erdogan bi ermenîkî jî hat weşandin.
