Türkan Tosun,Önder Beyter
24 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
ÇANAKKALE
Ji ber Cengên Bejayî yên Çanakkaleyê ya sala 101emîn li Abîdeyên Şehîdan merasimek hat lidarxistin.
Wezîrê Çand û Turîzmê Mahîr Unal, Wezîrê Karên Gaziyê yên Avusturyayê Dan Tehan û Wezîrê Parastinê yê Zelandaya Nû Gerry Brownlee û mêvanên din beşdarî merasimê bûn.
Li ser navê Komara Tirkiyeyê Wezîr Unal çelengeke bi hîv û stêrkan hatiye çêkirin danî li ser abîdeyê. Piştî wî Balyozê Fransayê Charles Fries çelengek danî ser abîdeyê.
Di merasimê de rêz hat girtin. Sirûda Îstîqlalê hat xwendin û alaya tirkan hat daleqandin.
- Biyaniyan eleqeyek mezin nîşanî Yekîtiya Mehteran a TSKê dan
Piştî xwendina Qûr'anê ji bo leşkerên ku di eniya Çanakkaleyê de mirine dia hatin kirin.
Li ser navê TSKê Fermandarê Tugaya Piyade ya Mekanîze ya 18emîn Tuxgeneral Îsmaîl Guren axivî.
Li ser navê welatên Îtilafê, Balyozê Fransayê Charles Fries, li ser navê Komara Tirkiyeyê jî Wezîrê Çand û Turîzmê Mahîr Unal axivî.
Yekîtiya Mehteran a TSKê konserek da û biyaniyan eleqeyek mezin nîşanî Yekîtiya Mehteran a TSKê dan
- Ji SOLOTURKê rapêşan
Piştî bihurîna merasîmê Wezîr Unal û yên bi pê ra derbasî qada temaşeyê ya Tengava Çanakkaleyê bûn.
Tîma SOLOTURKê ya Fermandariya Hêzên Asîmanî ku di dinê da yek ji tîmên bijarte yên akrobasiye ye ku bi firokeya F-16ê va rapêşanê dike, li asîmanê Tengava Çanakkaleyê rapêşanek kirin û temaşevanên xumalî û biyanî gelekî eleqe nîşan dan.
Dûvra wezîr Unal û Balyozê Fransayê Fries "Deftera Şehîdgehê" îmze kirin.
Wezîr Unal û yên bi pê ra paşê qurnefîl danîn ser mezelên şehîdan.
- Beşdarvanên merasîmê
Digel Wezîr Unal, Wezîrê Karûbarên Şehîdan ê Awistralyayê Dan Tehan, Wezîrê Berevaniya Zelanda Nû Gerry Brownlee, Waliyê Çanakkaleyê Hamza Erkal, Şaredar Ulgur Gokhan, Balyozê Fransayê Fries, Balyozê Awistralyayê James Larsen, Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Şaxartêşa 2yemîn Korgeneral Musa Avsevser, Ataşeyê Berevaniya Qraltiya Yekbûyî Albay Toffer Beattie, Sekreterê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger ên Sûriyeyê Abdul Elah Fahed, Serokê Deverên Dîrokî ên Cengên Çanakkaleyê Mehmet Gurkan û gelek vexwendiyên xumalî û biyanî beşdarî merasîma li Abîdeya Şehîdan bûn.