17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Serokomarê 8emîn Turgut Ozal di 23emîn salvegera mirina xwe de, li ser qebra wî ya Anitmezarê ya ku li Topkapiyê ye bi merasimekî ve hat bibîranîn.
Jina wî Semra Ozal, kurên wî Ahmet û Efe Ozal, bûkên wî Elvan û Sînem Ozal, neviyên wî Turgut, Merve û Serra Ozal û hezkiriyên wî beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê de kurtejiyana Ozal hat xwendin, çelenga Serokomariyê danîn li ser qebra wî û ji bo wî rêz hat girtin.
Kesên ku beşdarî merasimê bûn sersaxî dan malbata Ozal û merasim bi mewlîdê ve qediya.
- "Gel tevda bêriya wî dike"
Semra Ozal diyar kir ku 23 sal di ser mirina Turgut Ozal ra derbas bûne û wiha axivî: "Tirkiye û dinya bêriya wî dike. Hûn li wî nagerîn? Hûn jî li wî digerin û bêriya wî dikin. Gel tevda bêriya wî dike, lê qîmeta wî dereng hat fêm kirin."
Ahmet Ozalê kurê Turgut Ozal jî got ku li Tirkiyeyê bi milyonan kes wî wek bav dihesibîne û wiha axivî: "23 sal derbas bû lê merasimeke wiha qerebalix zêde bala min dikşîne. Gelê me bêriya wî dike, li wî digere û wî dixwaze. Her roj, her diçe ev daxwaz zêde dibe. Hin caran piştî mirina kesekî tê fêmkirin ku ka wî xwestiye çi bike. Ew jî mirovekî wiha bû rehma Xwedê lê be. Gelek caran ez jî wek kesên din dibêjim xwezî ew li vir bûya û min jî hin tişt ji wî bipirsiya. Lewra îro heke me di pirsgirêkên Tirkiyeyê de û yên li derveyê Tirkiyeyê de fikrên wî qebûl bikira, wê ev tişt nebûna. Ez layê wî me, lê baş dizanim ku bi milyonan kes wî wek bav dihesibîne."