10 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2015
Serokomar Erdogan wiha got: "Vê teqîna ku qesdî yekîtî û bihevrabûn û hizûra welatê me kir bi tundî şermezar dikim. Çavkanî, gotin, armanc û navê wê çi dibe bira bibe em li dijî hemû êrîşên terorê û rêxistinên terorê ne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê teqîna ku li ber Gara Trênê ya Enqereyê çêbû da daxuyanî da û destnîşan kir ku ev êrîş li dijî yekîtiya me hatiye kirin.
Serokomar Erdogan der barê teqîna li Enqereyê da wiha berdewam kir: "Li dijî vê êrîşê hevgirtin û bibiryariya me wê bersiva herî mezin û watedar a li dijî terorê be."