12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got, "Rûsya heroj li Sûriyeyê êrîşî ciyên sivîlan dike, jin, zarok, kal û pîran dikuje. Ez Rûsyayê şermezar dikim ku sivîlan dikuje, ez vî dijî mirovahiyê dibînim."
Li ser pirsa der barê hemleyên ûris ên dijî ciyên sivîl û ciyên dorpêçkirî da Wezîr Çavuşoglu da bibîrxistin ku di sê êrîşên dawîn ên rûsan ên dijî rojavayê Helebê da nêzîkê 30 zarokî û mamosteyek mirin û wiha dewam kir, "Rûsya heroj li Sûriyeyê êrîşî ciyên sivîlan dike, jin, zarok, kal û pîran dikuje. Ez Rûsyayê şermezar dikim ku sivîlan dikuje, ez vî dijî mirovahiyê dibînim."
Çavuşoglu axaftina xwe wiha dewam kir:
"Îro Sûriye di nava rûxanekê da ye. Ji bo ku şer û pevçûn xilas bibin, divê em hemû jidil bixebitin, lê mixabin agir tê gurkirin.
Rejim îro li Sûriyeyê şûnwarê sivîlan dorpêç dike, bêyî ku bêje jin, zarok, kal û pîr in sivîlan mehkûmê birçîbûn, nexweşî û mirinê dike.
Li Madayaya dorpêçkirî da heya niha tevî zarokan nêzîkî 40 sivîlî ji biçîbûnê mirine. Li Zabadanî û Mûaddamiyayê jî kesên ku di bin dorpêçkirinê da ne li benda dora xwe ne.
Ji 30ê Îlona 2015an ku Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi operasyonên leşkerî kiribû vir de tê dîtin ku Rûsya bi israr sivîlan dike hedefa xwe. Înkara Rûsyayê ya van hemû êrîşên ku li ber çavê hemû dinyayê dike, rastiyan nanuximîne. Ev çalakiyên Rûsyayê hewlên pêvajoya çareseriya li Sûriyeyê jî dixitimînin. Êdî wextê wê hatiye û hetta derbas bûye ku divê civaka navneteweyî li hemberî êrîşên Rûsyayê yên dijî sivîlan dengê xwe derxin û bertekê nîşan bidin."