Ji cejna qurbanê re ji 20 rojan kêmtir roj man û bazara heywanan ya li Sîwerekê jî qerebalix bû. Welatiyên li Şanliurfa û bajarên derdorê dijîn, tev qurbaniyên xwe li vê bazarê dikirin. Ji bo vê jî ev bazar girîng e.
Bazara heywanan li Taxa Firatê ye û di van rojan de qerebalix e. Kîloya heywanên qurbanê bi 8-9 lîreyan tê firotin. Hin xwediyên heywanan jî heywanên xwe dibin Ankara, Îstanbûl û bajarên din ên mezin, difroşin.
Bazirganê heywanan Hakki Ayvaz ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku heywan baş tên firotin û ji bo vê jî kêfxweş in.
Ayvaz ragihand ku ber bi cejnê ve firotina heywanan dê zêde bibe û axaftina xwe wiha domand: "Bihayê dewaran di navbera 3 û 8 hezar lîreyî de, bahayê pêz jî di navbera 350 û 700 lîreyî de diguhere. Bi taybetî giraniya bihayê êm me di zorê de dihêle. Bihayê heywanan dibe ku ji welatiyan re zêde were, lêbelê bi rastî maliyeta heywanan gelek zêde ye."