07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Penaberên ku ji Sûriyeyê hatine û di kampa konbajarê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de dimînin di van rojên sar ên bi berf û baran de gelek zehmetiyan dikişînin.
Penaberên li Kampa Kevirgoska Penaberan ku nêzî 30 kîlometre ji navenda Hewlêrê dûr dimînin ji nûçegihanê AAyê re qala halê xwe û rewşa ku tê ne kirin.
Kamp li ser zemînê bêbeton hatiye avakirin û binesaziyeke wê ya pir baş tuneye û ji ber vê jî dema ku berf û baran pişekî zêde dibare konbajar di nav heriyê de dimîne. Di van rojên sar ên zivistanê de li ser hin zarokên ku li kampê dimînin cil û bergên havînê hene.
Mihemed Kelemendê 12 salî yê ji Qamişloya bajarê Sûriyeyê nêzî 3 sal berê koç kiriye û hatiye xwe spartiya HKIyê got ku kon pir sar in û ji ber çûna ceyranê rojên pir zor û zehmet derbas dikin û wiha dewam kir: "Ev sala 3yemîn e ku em li vê derê ne û em 8 kes di konekî de dimînin lê bi tenê 4 betaniyeyên me hene. Dema ku ceyran tunebe û em difikirin gelo emê bi wan betaniya xwe çawa xwe germ bikin. Gelek hevalên min ên li vê derê bi rêyên dereqanûnî çûn Ewropayê. Êdî tu kes naxwaze li vê derê bimîne. Ez jî dixwazim ji vê derê herim."
- "Ez ji demsala zivistanê hez nakim. Cihekî ku em bikaribin lê bileyîzin tuneye"
Ehmed Yûsifê ku li ber derê konekî kampê sekinî bû jî bi dengekî nizim destnîşan kir ku ew ji demsala zivistanê qet hez nake û wiha pê de çû: "Dema baran dibare her der di nav heriyê de dimîne û em nikarin derkevin derve. Dema ku ez ji bo herim firneyê nan bînim jî wê demê poşêta dikşînim piyê xwe û wisa diçim. Cihekî ku em bikaribin lê bileyîzin tuneye."
Li ser girikekî pişt Kampa Penaberan a Kevirgoskê goristaneke ji bo pitik û zarokan hatiye avakirin heye û ev yek jî nîşan dide ku jiyana li kampan ji bo zarokan çiqas zehmet e. Lewra zarok û pitikên ku hê dinya nas nekirin dema dimirin li vê derê tên definkirin.
Heysem Hesenê ku ji bo pitika xwe ya çû ber dilovaniya Xwedê bi çend xizmên xwe re goreka biçûk vedikir jî got: "Sebiya min ji ber ku cihekî me yê germ tunebû wefat kir. Ceyran tunebû û ji bo sebiya xwe û kon germ bikim tiştekî bişewitînim jî tunebû."
Heysem ragihand ku ji ber êrîşên rejima Esed xwe spartine vê kampê û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê zarokên me bi bombeyên warîlê, di kampan de ji ber hewaya sar û di rêyên dereqanûnî ber bi Ewrpoyê diçin de jî di avên sar ên behra de dimirin."