Elif Orhan
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ANKARA
Berdevkê HDPê Osman Baydemir got ku "Heta ku hiqûq û edalet pêk bê em ê bêyî ku bikerixin, dev jê berdin bedêla wê çi dibe bila bibe li ser bingeha hiqûqê li ser bingeha siyaseta demokratîk a legal hewldan û têkoşîna xwe bidomînin."
Heyeta ku ji Baydemir û hin parlementerên HDPyî pêk dihat li ber derê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyaniya çapemeniyê da.
Berdevkê Partiyê Baydemir îdia kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka edaletê heye û got ku ji bo tecellîkirna edaletê car din li ber AYMê civiyane.
Baydemir bi bîr xist ku Dadgeha Destûrê daxwaza betalkirina biryara ku li Lijneya Giştî ya TBMMê der heqê daxistina parlementeriya Tugba Hezer Ozturka Parlementera Wanê ya HDPê û Faysal Sariyildizê Parlementerê Şirnexê yê HDPê ya ku Lijneya Giştî îro da red kir û got ku di dîroka TBMMê de cara ewil ji ber bêdewamiyê parlementeriya 2 parlementeran hat daxistin.
Baydemir îdia kir ku daraz li ber hiqûqa derbeyê serî ditewîne û wiha axivî: "Halbukî hiqûq mekanîzmaya ku em dibêjinê edalet tekane mekanîzma ye ku ne hêza zordaran e mekanîzmayeke wisa ye ku mezlûm dikarin xwe bispêrinê. Rojekê teqez dê hewcedariya her kesî bi edaletê hebe. Daraz divê ber hiqûqa derbeyê serî netewîne, bi tu awayî piştgirî nede hiqûqa derbeyê. Ji ber ku heke piştgirî bidin hiqûqa derbeyê zordestî, heke bîadê hêza zorê bikin, siberoj kî amûrê zorê destê xwe de bigire dê hiqûqa wê esas bê girtin."
Baydemir got "Heta ku hiqûq û edalet pêk bê em ê bêyî ku bikerixin, dev jê berdin bedêla wê çi dibe bila bibe li ser bingeha hiqûqê li ser bingeha siyaseta demokratîk a legal hewldan û têkoşîna xwe berdewam bikin."