Ahmet Aydın
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 04 Mijdar 2020
Serokatiya Rêveberiya Reşa Acîl Afetê (AFAD) a Wezareta Navxweyî ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 113an û dermankirina 137 kesan berdewam e.
Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdheja ku 30ê cotmehê çêbû, 45 ji wan zêdetir ji şîdeta 4ê, bi giştî 1670 paşheje hatine tomarkirin.
Di erdhejê 113 kesan canê xwe ji dest da, 1035 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 898 kes taburcî bûn û dermankirina 137 kesan berdewam e.
Li Îzmîrê xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya ku di 17 avahiyan de dihat kirin, di 15an de qediya û di 2 avahiyan de xebat berdewam e.