ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku hejmara penaberên ku ji Kobaniyê derbasî Tirkiyeyê bûn ji 130 hezarî derbas bû.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş dema ji Sempozyoma Hevbeş a Japonya û Tirkiyeyê derket, der barê êrîşên DÎŞIyê û penaberên ku ji Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê de daxuyanî da.
Kurtulmuş der barê hejmara penaberan de wiha axivî: "Hejmara penaberan niha ji 130 hezarî derbas bûye. Nifûsa herêmê derdora 400 hezarî ye. Li gor texmîna me hin kes jî di nav Sûriyeyê de belav bûne. Lê îhtimaleke mezin koç dê berdewam bike. Em ji bo vê jî amade ne."
Kurtulmuş destnîşan kir ku wisa hêsan nîne ku di nav 24 saetan de 70 hezar kes werin bicîkirin û got ku dewleta me vê pêvajoyê bi serkeftî îdare dike û ez sipasiya saziyên dewletê dikim.
Kurtulmuş di berdewamiyê de wiha axivî: "Bila kes li ser birayên me yên Kurd ên ku ji Kobaniyê tên şova siyasî nekin. Yên ku tên nasnameya wan çi dibe bila bibe em derbas dikin. Suni, ereb, şiî û tirkmen tên, ser seran û ser çavan. Êzdî tên em qebûl dikin, kurd tên em qebûl dikin. Bila kes şova siyasî neke. Înşela em ê di vê pêvajoyê de bi ser kevin û bimeşînin."
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê tevdîrên ku ji bo penaberan hatine hildan jî wiha got: "Penaber li gor roja şemiyê di du noqdeyan de bi awayekî bi pergal yeko yeko tên qeydkirin. Hin penaber li cem malbatan, hin penaber jî li herêmê hatin bicîkirin. Hemû di bin kontrolê de ne. Tişteke ku em bitirsin tuneye."