Nihat Kavşut
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Li Sêrtê ji kebaba buryanê ku di tendûrên mîna bîran da tê çêkirin "taweya buryanê" tê hazirkirin.
Di çêkirina xwarina taweya buryanê da firingî û îsotan dikin nav goştê buryanê û di firûnên kevir da tê pehtin.
Kebaba buryanê ku ji goştê berxan tê çêkirin û ber destê sibehê amade dibe bi salan e tê xwarin.
Restoranteke li Sêrtê ji kebaba buryanê ku bi destê Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê 16 sal berê hat tescîlkirin taweya buryanê çêdike.
Ji kebaba buryanê "taweya buryanê" çêdikin
Murat Kayaalpê 30 sal e hosteyê kebaba buryanê ye bi goştê buryanê ku di tendûrên 3 mêtro kûr û mêtroyek fireh da tê çêkirin bi firingî û îsotan taweya buryanê di firûnên kevir da hazir dike.
Kebaba buryanê bi saya firîngî û îsotên tên biraştin dibe "taweya buryanê."
Kayaalpê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir buryan her çiqas 16 sal berê hatibe tescîlkirin jî qederê 450 sal e li herêmê tê çêkirin.
Murat Kayaalp diyar kir buryan bi piranî di taştê da tê xwarin û wiha got: "Em bi şev derdora saet 02.00an da dest bi çêkirina buryanê dikin. Em goştê hestî û parsû tê da ne di qazanên baqir da dipêjin û goştê nerme jî diavêjin çengel û çêdikin."
Kayaalp destnîşan kir di buryanê da goştê baş diemilînin û wiha axivî: "Em goştê berxên 6-7 mehî diemilînin. Em kebaba buryanê di tendûrên kûr da çêdikin. Di qederê 2 saetan da amade dibe."
Murat Kayaalp destnîşan kir dixwazin bi buryanê xwarinên cuda çêkin û wiha peyivî: "Me ji buryanê xwarina taweyê çêkir. Piştî ku kebaba buryanê amade dibe em parsû û sînga heywan dikin taweyên baqir. Firingî û îsotan tev dikin û diavêjin firûnên kevir û amade dikin."
Ji muşteriyan Mîthat Ekin destnîşan kir cara ewil e taweya buryanê dixwe û got ku bira her kes were û taweya buryanê tehm bike.