Elif Orhan
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Arslan hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der heqê Arslan de ji ber daxuyaniya ku der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ve li herêma Efrînê tê kirin da û ji ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kiriye lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de der heqê Arslan de biryara girtinê hat derxistin, ekîbên Şûbeya dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê Arslan li navçeya Kayapinarê ya navend binçav kirin.
Miameleyên Arslan ên li ewlehiyê dewam dikin.