VAN
Li Wanê wesaîta leşkerî qelibî şerampolê û di encamê de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesaîta ku tê de leşker hebûn û diçû Qerekola Sînor a Rasim Çomez li navçeya Saraya Wanê nêzî sînorê Îranê qelibî. Wesaît bi şev nêzî gundê Karahîsara ku girêdayî navçeya Saraya Wanê ye wergeriya û di encamê de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 18 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Leşkeran a Wanê.