Di hilbijartina ku dê roja yekşemê bê kirin de li ser 194 hezar û 310 sindoqî jê 26 milyon û 704 hezar û 757 jin, 25 milyon û 991 hezar û 75 jî mêr bi tevahî 52 milyon û 695 hezar û 831 kes dê deng bidin.
Hilbijêrên ku li gundan rudinên ji bo endamên meclisa giştî, mixtarê gund û meclisa kal û pîrên gund hilbijêrin dê deng bidin. Hilbijêrên ku li bajarên ku şaredariya wan ne mezin in rudinên jî, ji bo endamê meclisa giştî ya bajêr, şaredar, endamê meclisa şaredariyê, mixtarê taxê û şandeya kal û pîrên taxê hilbijêrin dê dengên xwe bidin. Ew kesên ku li bajarên mezin dijîn jî ji bo serokê şaredariya bajarê mezin, serokatiya şaredariyê, endamên meclisa şaredariyê, mixtarê taxê û şandeya kal û pîrên taxê hilbijêrin dê rayên xwe bidin.
Ew kesên ku dê ray bidin divê li ser nasnameya wan a fermî ya ku Komara Tirkiyeyê daye wan nimare hebe û ji bilî nasnameyê pasaport, cizdanê zewacê û yan jî ew nasnameyeke fermî ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn jî roja hilbijartinê bi hilbijêran re be baş e, lewra heke belgeyeke fermî tunebe welatî nikare raya xwe bide.
-Zerfên porteqalî, şîn û mor
Hilbijêr li gor rêzika ji bo endamên meclisa giştî ya bajêr, serokatiya şaredariyê, endamên meclisa şaredariyê, serokê şaredariya bajarê mezin û mixtaran dê rayên xwe bidin.
Di hilbijartinê de li gor rêzikê ew pisûlaya portaqalî ya bi hev re ku pê endamên meclisa giştî ya bajêr tên hilbijartin divê bikin zerfê porteqalî.
Ew pisûlaya şîn a bihevre ku pê serokê şaredariyê tê hilbijartin, pisûlaya zer a bihevre ku pê endamên meclisa şaredariyê tê hilbijartin û pisûlaya spî ya bihevre ku pê serokê şaredarariya bajarê mezin tê hilbijartin jî divê di zerfa şîn de bên bicihkirin.
-26 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartina herêmî bibin
Di hilbijartina herêmî de rêza partiyên siyasî yên ku dê li ser pisûlaya rayan cih bigrin wiha ye:
1. Partiya Doza Azad (HUDA-PAR)
2. Partiya Çepgir a Demokratîk (DSP)
3. Partiya Alternatîf (ALPARTÎ)
4. Partiya Rêya Rast (DYP)
5. Partiya Lihevkirina Civakî, Reform û Pêşketinê (TURK PARTÎ)
6. Partiya Rizgariya Gel (HKP)
7. Partiya Kominîst a Tirkiyeyê (TKP)
8. Partiya Xort (GP)
9. Partiya Yekîtiya Mezin (BBP)
10. Partiya Dad û Pêşketinê (AK Partî)
11. Partiya Pêşveçûna Muhafizekar (MYP)
12. Partiya Welat (YP)
13. Partiya Demokrat (DP)
14. Partiya Kedê (EP)
15. Partiya Azadî û Piştgiriyê (ODP)
16. Partiya Gel (MÎLLET)
17. Partiya Seadetê (SP)
18. Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
19. Partiya Demokrat a Lîberal (LDP)
20. Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)
21. Partiya Tirkiyê ya Serbixwe (BTP)
22. Partiya Karkeran (ÎP)
23. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
24. Partiya Komarê ya Gel (CHP)
25. Partiya Heq û Wekheviyê (HEPAR)
26. Partiya Tevgera Netewperestiyê (MHP)