Sarp Özer
10 Tebax 2021•Rojanekirin: 11 Tebax 2021
Wezîrê Parastina Neteweyî (WPN) Hulusî Akar ji bo ziyareta fermî çû Pakistanê.
Akarê ku serê sibehê ji bo serdana fermî ber bi Îslamabada paytexta Pakistanê va çû û tê payîn li wê derê bi Wezîrê Parastinê Perwez Khattak, Wezîra Parastin û Hilberînê ya Pakistanê Zobaida Jalal û Fermandarê Hêzên Bejayî Qamar Javed Bajwa ra wê bê bal hev.
Di hevdîtinan da tê payîn ku li ser mijarên eskerî, ewlehî û pîşesaziya parastinê ya di navbera herdu welatan da wê bê sekinîn.
Rûdanên dawîn ên der heqê mijarên herêmî da jî wê di dema hevdîtinan da bên nîqaşkirin.