Wezîr Yildiz bibîrxist ku di şewatê de heta niha 205 karker mirin û wiha dewam kir:
"Em ditirsin ku ev hejmar zêde be. Me gotibû ku 80 birîndarên me hene. 60 birîndar karker bûn û 20ê din jî kesên ji ekîba xelaskirinê yên ku ji xazê aciz bûn in. Aniha 4 birîndarên me yên ku rewşa wan giran e hene. Heta niha otopsiya 72 karkerên me temam bû. Ji hêleke din divê ez kifş bikim ku hêviyên me yên der heqê xebatên xelaskirinê de kêm bûn. Lêbelê heta xala dawîn jî hevalên me dê xebatên xwe bidomînin."
Li ser pirsa, "çend karker asê mene" Yildiz wiha got: "Heta ku hemû karker neyên derxistin ne durist e ku em hejmarekê bêjin. Em bi zêdetirî 460 ekîbên xelaskirinê re xebatan didomînin, bêyî serêşiyeke din divê em vê pêvajoyê bi rê bibin."
- "Şewat didome"
Wezîr Yildiz li ser gotina rojnamegerekî ya "tê gotin ku şewat dewam dike" wiha got: "Belê, şewat dewam dike."
Yildiz der barê şîna neteweyî de jî wiha got: "Dema ku Birêz Serokwezîrê me hat em ê pêşkêşê wî bikin, qasek şûnde ez ê pê re biaxivim. Şûnde em ê li gel hevalan li ser vê mijarê rawestin."