ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der barê bûyera ku li Somaya navçeya Manîsayê qewimî de daxuyanî da. Yildiz destnîşan kir ku di madena komirê de ji ber trafoya ceyranê teqîn çêbû û agir derket.
Yildiz diyar kir ku bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re axiviye û dê biçe Somayê. Yildiz destnîşan kir ku AFAD, Saziya Komirê ya Tirkiyeyê û tîmên xilaskirinê yên li Somayê bi bûterê re eleqedar dibin. Yildiz ragihand ku di bûyerê de hin karker şehit ketin.