12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
MARDÎN
Li Nîsêbîna navçeya Mêrdînê jin û mêrekî ku 7 meh ewil zewicîne ji hêla hêzên ewlehiyê ve ji êrîşên rêxistina terorîstan hatin xilaskirin.
Li Nisêbînê ji bo ku çal bên girtin, barîkat bên rakirin û teqemenî bên îmhekirin operasyona ku di 14ê adarê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Jin û mêrekî ku 7 meh berê zewicîn û ji ber terorê mexdûr bûne ji hêla hêzên ewlehiyê ve ji navçeyê hatin derxistin. Jina dûcanî S.C.A û mêrê wê M.N.A niha li Mêrdînê di otelekê de dimînin.
- "Dîwarên me qulqulî bûn"
Mexdûra terorê S.C.Ayê ji nûçegihanê AAyê re got ku ji ber pevçûnan dîwarên mala wan qulqulî bûne û wiha axivî: "Dema li nêzîkî mala me teqînek çêbû me biryar da ku êdî em ji mala xwe derkevin. Mêrê min telefonî leşkeran kir. Leşker hatin û em ji malê derxistin. Em anîn li Mêrdînê di otelekî de bi cih kirin. Em ne mihtacê alîkariyê bûn. Heta wisa ku me alîkariya feqîran dikir. Lê îro ji ber van çal û barîkatan em bûn mihtacê alîkariyê."
- "Ez patronê karê xwe bûm"
M.N.A jî got ku wî bi tenê çakêtê xwe hildaye û ji mala xwe derketiye û wiha axivî: "Ez kêfxweş im ku Walîtiyê alîkariya me kir. Beriya êrîşan aboriya me baş bû. Ez patronê karê xwe bûm. Niha madî û menewî alîkariya me bi her tiştî heye. Dema bombe diteqiyan jina min a 5 mehî hemle ye ji tirsa xwe ez hembêz dikirim. Ji ber ku em pir tirsiyan em ji mala xwe derketin. Em dixwazin zaroka me ya ku wê bê dinyayê di nav rewşeke baş de bijî.
M.N.A. got ku gelê Nisêbînê van tiştên ku diqewimin heq nake.