Li gor agahiyên hatin bidestxistin komek, ji bo rêya ewlehiyê ya li herêma Karaçaliya ku di destê Fermandariya Hidûd a Tûgayê ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya 48emîn de ye protesto bikin civiya û çalakiya rûniştinê kir. Koma ku çalakiya rûniştinê kir bi şev jî belav nebû û li ser sînor çalakî da dewamkirin.
Komê bi şev agir vêxist û li herêmê ma. Sibehê ji bo kom belav bibe hêzên ewlehiyê hişyarî da. Ji ber ku komê guh neda hişyariyên hêzên ewlehiyê, bi gaza îsotê mudaxaleyê komê kirin. Di encamê de alozî çêbû û kesek ji çîpa xwe birîndar bû.
Parlementer Sariyildiz li vir axivî û îdia kir ku dixwazin hemû mafên hiqûqî, însanî îxlal bikin û wiha dewam kir: "Leşker komê hedef digrin. Dixwazin şer derxin. Bila bi ya xwe bikin û ji bo wan bi xêr be. Lê em dîsa hişyariyê didin wan da ku nekin. Guh nadin zagonan. Lê dê gelê me li ber xwe bide. Li milê wî alî sînor PKK heye. Heke piçek jî wê de biçin dê şer derbikeve. Dê dîsa însan bimrin. Em dixwazin ber li vî şerî bigrin."
- Kom hê jî li ser sînor e, belav nabe
Li ser sînorê Iraqê rêya ewlehiyê tê çêkirin. 3 roj berê bi roketan êrîşî makineyên kar kirin. Di encama êrîşê de çawûşekî pispor birîndar bûbû. Duh jî ji aliyê sînor yê rex bi çekan êrîşî xebatkar û hêzên ewlehiyê kirin û hêzên ewlehiyê jî bi heman awayî bersiva wan da. Li ser bûyeran Qaymeqamê Ûlûdereyê Mûrat Karasû diyar kiribû ku bi hinceta nebûna ewlehiyê navber dane xebatên rê çêkirinê.