DIYARBAKIR
Gorên 25 kesên ku di bûyera 26ê Adara 1994an de, li gundê Kûşkonar û Koçagiliya Şirnaxê qewimîn de mirin dê bên vekirin.
Li gundê Kûşkonar û Koçagiliya Şirnaxê, di 26ê Adara 1994an de, di êrîşên bibombe de 38 kes mirin û ji ber operasyonên leşkerî ev kes bêyî ku şert û mercên dînî pêk bînin li gundê Kûşkonarê bi komî hatin binerdkirin. Ev 10 sal bûn ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo vekirina gorên komî serlêdan dikir, lê serlêdan nedihatin qebûlkirin. Di dawiya dawîn de ev daxwaz hat qebûlkirin. Gorên 25 kesan dê bên vekirin.
Serdozgerê Komarê yê Şirnexê yê lêpirsînên li Başûrê Rojhilatê yên kiryar nediyar dişopand, diyar kiribû ku bûyer bi destê PKKê hatiye kirin û dosye şandibû Serdozgeriya Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Diyarbekirê.
- AÎHMê Tirkiye neheq kiribû
Parezerên mexduran Tahir Elçî, di sala 2006an de dosya şand AÎHM yê. Elçî, belgeyên Midûryeta Giştî ya Hewayî ya Sivîl şand AÎHMê. AÎHMê biryar da ku xalên der barê mafê jiyînê, jêpirsîna digel muameleya nebaş û îşkenceyê yên di Peymana Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Ewropayê de cih digrin hatine îxlalkirin. Biryar dabûn ku Tirkiye, 2 milyon û 305 hezar ewro tezmînetê bide dawekeran.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji nû ve dest bi lêkolînan kir. Dozgeriya ku der barê lêpirsînan de lêkolînan dike biryarekê girîng da. Li gor biryarê serdozger dê cara ewil biçin herêma ku bi salan e ji ber bûyerên terorî kes naçê û gora ku 25 kes bi hev re kirinê vekin û ji bo tesbîtkirina nasnameyên wan kesan ji hestiyên wan mînakan bigrin û testa DNAyê bikin.
Serokê Baroyê yê Diyarbekirê Tahir Elçî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Piştî vekirina goran, ji bo tesbîtkirina nasnameyan dê testa DNAyê bê kirin. Di encamê de navê 25 kesên di nifûsê de 20 sal e wek ku dijîn tên nîşandan dê ji nifûs û ewraqên fermî bên jêbirin."
Elçî, diyar kir ku ew ji bo zarok, ciwan û kalên 20 sal berê di bombebarandinê de mirin serlêdan kirin, lê tu bersiv nedan serlêdanên wan û wiha dewam kir:
"Li gundê Kûşkonar û Koçagiliya Şirnaxê di êrîşên bibombe de 20 sal berê gelek kes mirin û ji ber operasyonên leşkerî ev kes bêyî ku şert û mercên dînî pêk bînin li gundê Kûşkonarê bi komî hatin binerdkirin. Ev 10 sal bûn ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo vekirina gorên komî serlêdan dikir, lê serlêdan nedihatin qebûlkirin. Di dawiya dawîn de ev daxwaz hat qebûlkirin. Di encamê de, navên 25 kesên ku 20 sal in di nifûsê de wek dijîn tên nîşandan dê bên jêbirin."