Türkan Tosun
30 Adar 2021•Rojanekirin: 31 Adar 2021
Ji bo ku li Tel Ebyada navçeya Sûriyeyê ya bi Hereketa Kaniya Aştiyê ji terorê hatibû paqijkirin Dibistana Seretayî ya Zeynelê bê nûkirin di navbera Walîtiya Şanliurfayê, Midûriya Perwerdeya Neteweyî û Komeleya Alîkariya Mirovî ya Ensarê da peyman hat îmzekirin.
Merasima îmzeyê li salona civînê ya Walîtiyê çêbû û Walî Abdullah Erîn jî beşdarî merasimê bû.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ê Kordînatorê Perwerdeya Hereketa Kaniya Aştiyê Îsmaîl Yapicier, Nûnera Komeleya Alîkariya Mirovî ya Ensarê ya Berpirsyarê Projeyê Hayal Elhayalê protokol îmze kirin.
Nûkirina dibistanê wê ji hêla Saziya Alîkariya Însanî ya Baîtulmaalê va bê kirin.
Boyaxkirin, guherîna derî û paceyan, fayansên erdê, tesîsata av û ceyranê, çêkirina baxçe û nûkirina banê dibistanê jî wê ji hêla Komeleya Alîkariya Mirovî ya Ensarê va bê kirin.
Komeleya Alîkariya Mirovî ya Ensarê berê jî li Tel Ebyad û Resûleynê nûkirina dibistanan kiribû, burs dabû 69 xwendekarên êtîm, 3 bîrên avê vekiribû û 4 hezar lître mazot bexşandibû.
Hat ragihandin komele wê nûkirina dibistana Atşana û Alî Bajilî Vustayê jî bike û ji bo 15 dibistanan bîrên avê veke.