06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Şaxên Ciwanan ên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) lanet li qetlîama dijî misilmanên arakanî yên li Myanmarê kir.
Serokê Şaxên Ciwanan ên HUDA PARê Îlyas Kaya li avahiya partiyê ya li parêzgehê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku armanca rêveberiya Myanmarê ew e ku Arakanê ji îslamê paqij bike.
Kaya îdia kir ku li herêmên ku misilman tên qetlkirin û koçberkirin, nifûs bal bûdîzmê tê veguhastin û wiha pê da çû:
"Armanca sereke ya rêveberiya Myanmarê ew e ku misilmanên li Arakanê bi temamî ji herêmê derxe û li herêmê îslamê nehêle. Herwiha çavkaniyên zêde zêde yên binerd bixe kefa xwe. Di encama polîtîkayên qelandina mirovan a seba vê armancê da bêtirî 1,5 milyon însanî bûne penaber."
Kaya bal kişand ku her kê li hemberî van qetlîaman bêdeng e, ew jî li hemberî qewimînên li Myanmarê berpisiyar e. Divê serokên welatên îslamê bizanibin ku ew jî ji qetlîamên li Arakanê berpirsiyar in.