23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
ANKARA (AA) - Hefteya borî endamekî rêxistinê yê ku nêzî yek ji serkêşên rêxistina terorê ya cihêxwaz Murat Karayilan e, teslimî hêzên ewlehiyê bû. Endamê rêxistinê der barê derbeya mezin ku rêxistinê di heyama dawîn da xwar daxuyanî da û wiha axivî: "Ji ber vê rewşê Karayilan wiha got, 'T.C. bi biryar e, em nikarin wiha dewam bikin. Em ê ji holê rabin."
- "Kesên ku teze tevlî rêxistinê bûn ya mirin yan jî revîn"
Endamê rêxistinê destnîşan kir piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirk di 22yê tîrmehê da operasyonên hewayî dan destpêkirin Karayilan eşkere kir ku rêxistinê derbeyeke mezin xwariye. Endamê rêxistinê diyar kir ku Karayilan bi serkêşên rêxistina ra wiha axiviye: "Ez şerm dikim ku wiha bibêjim? Na, divê hûn şerm bikin. Me her tiştî da we? Bi saya hin tawîzan me ji derva alîkarî sitend? Em hê jî tawîzan didin. Sexikên ku hûn îdare dikin çi dikin? Di vê tunebûnê da wekî leblebiyan gule diavêjin. Divê hedefa xwe baş bibîne û biavêje. Cebilxane bi dest nakeve. Cebilxaneya ku em ê bişînin nav welêt kêm e. Fabrîqeya me tuneye. Yên li hundur dibêjin rewşa me baş e, lê bi vê çûyînê wê ew jî têk herin. Kesên ku teze tevlî rêxistinê bûn ya mirin yan jî revîn. Em nikarin di destê xwe da bigirin. Bila di heyama zivistanê da her kes xweparastina xwe bide. Ez heyfa xwe bi kesî naynim. Em ê çi bersivê bidin malbata kesên ku mirin. Piraniya wan dibêjin ku zarokên me li çiyê ne, lê nizanin ku di bin axê da ne. Li ku hatine veşartin ev jî tevlihev bûye."
- "Wê rewşa me xirabtir bibe"
Endamê rêxistinê diyar kir ku Karayilan ji rewşê aciz dibe û wiha diaxive: "Wiha nabe, her kes berpirsiyariyê diavêje ser milê HPGyê. Divê her ast berpirsiyariya xwe hilde. Li herêmê bêyî navê HPGyê divê rêveberiyek were avakirin û serfermandariyeke ku ji 6-7 kesî pêk tê were çêkirin. Di serî da YDG/H hemû hêzên berxwedanê bikevin binê vê fermandariyê. Li gor vê fermandariyê tevbigerin. Heger her kes li go xwe hereket bike û bar biavê ser milê HPGyê wê rewş xirabtir bibe. T.C. bi biryar e, em nikarin wiha dewam bikin. Em ê ji holê rabin. Bila hêz wekî şaxên berxwedana sivîl rêxistinî bibin. Em ê êdî vî navê biemilînin. Ev HPG ye, ev ciwan in û ev yekîneyên herêmî ne, dev ji vana berdin. Divê êdî qala HPGyê nekin. Hemû kesên li Tirkiyeyê perçeyên berxweda sivîl in. Pêşî em nav xwe rêxistinî bikin. Em dikarin nija navê parastian sivîl û berxwedana sivîl lêkin. Gel bawwer nake êdî. YDG/Hyê çima êrîşî gel kir? Me got bitirsînin, ew derketin serê banê û rokêtan avêtin. Ambulansan şewitandin û bûn sedem ku nexweş bimirin. Zarokê di sarincê da kuştin. Hûn bibêjin jî kî bawer dike ku T.C. kiriye. Îro her tişt demildest derdikeve holê."
- "YDG/H têk çû, wê hesabê vê bidin"
Endamê rêxistinê diyar kir ku Karayilan der barê YDG/Hyê da wiha xeberda: "Bila hemû bibin şaxên berxwedana sivîl. YDG/H têk çû, wê hesabê vê bidin. PKK kêmasiya wan hilnade ser xwe. Em ê ji vir pê da ji wan ra bibêjin axên berxwedana sivîl. Divê em bidin jibîrkirin ku bi HPGyê ra Têkildar in. Divê em van yekîneyan ji derekê îdare bikin. Kesên sereke bi destê T.C.yê hatin kuştin. Hin kes di destê T.C.yê da ne. Divê teşkilateke nû were çêkirin. Rewşa herêma Dêrsimê ne baş e. Kesên sereke yeko yeko diçin. Artêşa T.C.yê dîn bûye û êrκΠme dike. PoLês û cendirme bi hev ra dşixebitin. Divê em baldar bin, guhdarî dikin, teqîb dikin û êrÎş dikin."