Türkan Tosun
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2020
ÎSTANBUL (AA) - Li ser hesabê Twîtterê yê fermî ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Tirkiyeyê (TOGG) hat gotin çêkirin, firotin û bazirganiya Wesayîta Tirkiyeyê bi hesasî dewam dike.
Peyameke serenava wê "Ji Bo Raya Giştî Agahdarî" li ser hesabê Twîtterê yê fermî ya TOGGê hat parvekirin.
Di peyamê da hat gotin piştî nasandinê gel ji Wesayîta Tirkiyeyê gelekî hez kiriye û ji hundirê welêt û dervayî welêt gelek peyam tên şandin û telefon tên kirin.
- "Em tika dikin bila daxuyaniyên fermî bên şopandin"
Di peyamê da hat gotin çêkirin, firotin û bazirganiya Wesayîta Tirkiyeyê bi hesasî dewam dike û peyam wiha dawî bû: "Ji bilî siparîşa Birêz Serokomarê me ya ku qîmeta wê ya menewî pir zêde ye, kes û saziyên dixwazin siparişa ewil a fermî bidin, em tika dikin bila daxuyaniyên fermî yên TOGGê bişopînin."