BITLÎS
Malbata Kiraç ji bo ku xeyalên xwe bi cî bîne ji karên xwe îstifa kirin û bi qasî salek berê derketin gera cîhanê, malbat niha jî dê bi hespan Tirkiyeyê bigere.
Malbata Kiraç Gurcistan, Rûsya, Mogolistan, Tayland, Endonezya, Malezya, Sîngapûr, Hindistan, Nepal û Îranê geriyan. Piştî ku ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bû, vê carê jî biryar dan ji bo ku balê bikşînin li ser hawirdor, xweza, dîrok û mirovan bi hespên ku sitandin dê 23 bajarên Tirkiyeyê bigerin.
Jin û merê ji bo li 23 bajaran bigerin ji gundê Kerxa girêdayî Ercîşa navçeya Wanê hesp sitandin û hatin Bedlîsê. Jin û mêrê di nav awirên matmayî de li cihên dîrokî û xwezayî geriyan.
Endazyarê Ceyranê Coşkûn Kiraç daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û got ku em piştî îstifayên xwe derketin gerê û 10 welatan geriyan û wiha axivî: "Li welatên ku em wir digeriyan ji me pirsa rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê dikirin. Me jî li ser van pirsan ferq kir ku em welatê xwe baş nas nakin û me biryar da ku em derkevin tûra Tirkiyeyê. Em hinek li serê fikirîn û me got ku em herî baş bi hespan dikarin Tirkiyeyê bigerin. Me ji Kerxa gundê Ercîşê du hesp sitandin û dest bi tûra Tirkiyeyê kir."
Kiraç da zanîn dixwazin ku balê bikşînin li ser hawirdor, xweza, dîrok û mirovan û got ku "dema em derketin tûra cîhanê tişta herî bala me kişand çopên ku li hawirdorê bûn. Em jî bi wisa difikirin ku dê ev azîneya me ji bo hişyariya xwezayê dê baş be."
-"Em dê bi hespan li ser Pireya Bogazîçiyê re derbas bin"
Kiraç diyar kir plan dikin ku di çarçoveya tûrê de 23 bajaran bigerin, heta niha Wan û Bidlîsê geriyan, piştî Bidlîsê dê Sêr, Hesenkêyf, Mêrdîn, Şanliûrfa, Diyarbekir, Gazîentap, Qehremanmaraş, Qeyserî, Nevşehîr û perava başûr bigerin.
Kiraç diyar kir ku Bedlîs bajarekî gelek xweş e, divê gel haj bi xweşikahiyê hebe û wisa bijî û got ku heke em bikarin destûrê bigirin em dê li ser pireya Bogazîçiyê re bi hespan derbas bin."
-"Dizanin ka em qaçaxçî ne an jî li xezîneyan digerin"
Kiraç got ku em di tûrê de rastî hin zehmetiyan jî hatin, welatiyan dizaniyan ka em qaçaxçî ne an jî li xezineyan digerin û xevber didan polêsan. Lê piştî ku em nas dikirin, me dikirin mêvanên xwe. Gelê vir gelekî mêvanperwer e.
-"Xeyala me her duyan jî ev bû"
Emîne Kiraçê jî got ku 5 sal beriya niha zewicîn û xeyala wan ew bû ku derkevin gera cîhanê.
Kiraçê da zanîn ku fikrên mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn ên der barê rojhilatê Tirkiyeyê de bi xetere ne û got ku "Beriya ku em derkevin li ser rê gelek kesan gote me ku 'çi karê we wir heye'. Em dê bi vê gerê mêvanperweriya mirovên vir nîşanê wan bidin."