MUŞ
Jin, piştî ku genim dikelînin bi saetan bi destaran genim dihêrin û dikin dan û savar.
Destar ji du kevirên pehn pêk tê, li ser kevirê jor ji bo girtinê destiyekî darîn heye û destar ji bo hêrandina genim tê bikaranîn. Jin bi destarê amadehiyên zivistanê dikin.
Jinan got ku her sal payîzê bi destaran ji bo zivistanê savarê hûr û gir û ji bo xwarina keşkê jî dan çêdikin, ji bo savarê çêbikin kîloyek genimê kelandî bi saetan, dihêrin.
Gulnaz Çelîkelê got ku bi salan e ku bi destarê savar çêdikin û diyar kir ku ev karê ku bi zibareya jinan çdikin, gelekî xweş e.
Çelîkel wiha axivî: "Xebitandina destaran gelekî zehmet e. Bi salan e ku em savarê xwe bi destaran çêdikin. Jinên gundî bi zibare vî karî dikin. Em li ber destarê rûdinin, hem sohbetê dikin û hem jî dixebitin. Bi vî awayî ev kar dibe karekî gelekî xweş. Tama savarê ku bi destaran tê çêkirin nedîtî ye."