IGDIR
Li gor agahiyan li Tûzlûcaya navçeya Îdirê (Igdir) Bakî Kûrt û Feyyaz Çekîm du hefte berê ji ber rê nedayînê pevçûn, şêniyên derdorê ketin navbera wan û ew li hev anîn.
Paşê malbat û xizmên her du aliyan ku bi vê pevçûnê hesiyan li taxa TOKÎyê hatin hemberî hev. Di nevbera malbata Kûrt û Çekîm de ewilî gengeşî derket, endamên her du malbatan jî xwe negirtin û ev gengeşî bû şer. Di pevçûnê de endamên her du malbatan bi kêr, kevir, dar û satoran li hev xistin.
Tîmên tendutistiyê û polês hatin cihê bûyerê, kesên birîndar rakirinin Nexweşxaneya Dewletê ya Tûzlûcayê. Ji birîndaran rewşa Yûsûf Çekîm, Nûrettîn Çekîm û Abdûrrahman Kurt pir giran bû, ji ber vê ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê kirin.
Jêpirsîna ku polêsan der barê bûyerê de dabû destpêkirin jî didome.