Elif Orhan
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji bo sersaxiyê malbata Eylul Yaglikaraya li Taxa Uzunbeyliyê ya Polatliya navçeya Enqereyê winda bibû û piştî 8 rojan cesedê wê hat dîtin ziyaret kir.
Kiliçdaroglu bi Arîkara Serokê Giştî Lale Karabiyik, Parlementerê Enqereyê Bulent Kuşoglu û Serokbajêr Rifki Guvener re hat mala ku malbat lê dijî.
Kiliçdaroglu wir sersaxî da Halîl Îbrahîmê babê Eylulê û Şerîfe Yaglikaraya diya Eylulê û got ku ji ber bûyerê xemgîn e.
Kiliçdaroglu jî bi wan re diayê ku ji bo Eylulê hat xwendin xwend û demekî bi Mixtarê Taxa Uzunbeyliyê û gelê herêmê re jî sohbet kir.
Kiliçdaroglu bi zarokan re wêne kişand û pişt re ji mala malbata Eylulê derket.