Elif Orhan
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ANKARA,
Wezareta Karên Derve da zanîn ku bi tundî şermezar dikin ku Îsraîl li axa Filistînê ya ku dagîr kiriye malên civaka Bedewî ya Abu Newwarê xira dike."
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn de hat gotin ku "Em bi tundî şermezar dikin ku Îsraîl li axa Filistînê ya ku dagîr kiriye malên civaka Bedewî ya Abu Nuwwarê xira dike û li Herêma Bedewiyan a Xan el-Ehmerê destpêkirina xebatên xirakirinê şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ev çalakiyên ku meqamên Îsraîlê bêperwa didomînin perspektîfa Dewleta Filistînê ya yekbûyî û serbixwe dixe bin xetereyê. Pêwîst e ku Îsraîl demildest dawî li çalakiyên derehiqûqê yên ku li herêmê rageşiyê zêde dike û vîzyona çareseriya du dewletî texrîb dikin bîne."
- Îsraîl gundên Bedewiyên Filistînî xira dike
Eskerên Îsraîlê ji duh sibê ve rêyên ku diçin civakên bedewî yên Ebû Newwar û Xan el-Ehmerê yên ku li aliyê Şerîaya Rojava ya Dîwarê Cihêtiyê ya li Qudsa Rojhilat dimîne girtin û 40 mal û hewşiyên li Ebû Newwarê xira kiribûn.
Eskerên Îsraîlê midaxaleyê Filistîniyên ku bertek nîşanê ekîbên ji bo xirakirina mal û hewşiyên bedewiyan ên li Xan el-Ehmerê hatibûn dan kirin û gelek Filistînî derb kirin û hin ji wan jî binçav kiribûn.
Mehkemeya Bilind a Îsraîlê di gulanê de biryar dabû ku bereqeyên nelihev ên ku 190 Filistînî lê dijîn û dibistanekî ku lê 170 xwendekarên ku ji cihên din ên herêmê hatin perwerdeyê dibînin bê xirakirin.
Li herêma navborî kesên ku Îsraîlê ew di sala 1953yan de ji herêma Çola Necefê (Negev) bi zorî dabûn koçkirin dijîn.
Xan el-Ehmer di nav axên di çarçoveya projeya E1 a Îsraîlê ya ku ji Qudsa Rojhilat heta Behra Mirî di erzaiya 12 hezar donimî de ya "Pêş dibîne ku Filistîniyan jê derxîne" de cî digire.