Türkan Tosun
03 Adar 2020•Rojanekirin: 03 Adar 2020
Bi hezaran koçberên dixwazin herin Ewropayê tên Edirneyê û gelekî hewl didin ji sînor derbas bin.
2 hezar û 500 koçberên li navçeya Îpsalayê kom bûbûn bi meqesan va qismekî têlên sînor birîn û derbasî Yewnanistanê bûn.
Ji ber ku eskerên Yewnan ên li ser sînor nahêlin ew derbas bin û guleyan berdidin hewayê jê hinek paşva vekişiyan.
Hinek koçber jî ji bo ku ji aliyekî din ê sînor ra derbas bin dûr ketin.