29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2015
ANKARA
Di pîrozbahiyên Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê da wê îsal tiştên nû werin kirin.
Di çarçoveya pîrozbahiyê da wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi welatiyan ra bê bal hev.
Roja cejnê piştî serdana li Anatkabîrê wê Erdogan li Kuliyeyê pîrozbahiyan qebûl bike.
Di pîrozbahiyên li Navenda Giştî ya Ataturk wê îsal hin tiştên teze jî bên kirin. Wê îsal çalakiyên sivîl derkevin pêş û leşker bi wesaîtên wek tank, top û balafirên şer dernekevin pêş.
Di bernameya pîrozbahiyê da berê xwendekar derdiketin pêş, lê îsal wê tîmên profesyonel derkevin pêş û hunermendên Bale û Operaya Dewletê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê pêşkêşiyan bikin.
Wê îsal Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariyê û Koroya Pirdeng a Dewletê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê di merasimê da cî bigirin.
Pîlotên bi cil û bergên taybet ên Saziya Hewayê ya Tirk wê çalakiyên taybet bikin.
Wê cara ewil biyanî jî beşdarî merasima derbasbûnê bibin.
Tîma Mehterê jî wê îsal bi 300 kesî konsereke biçûk bide.
Erdogan wê piştî merasima li Navenda Giştî ya Ataturk wê li Kuliyeya Serokomariyê resepsiyonê bide.
Wek mayîn ji bo Cejna Komarê logoyeke taybet hat çêkirin û pûleke taybet hat çapkirin.