29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Li Stenbolê bi piştgiriya firokeyan operasyon birin ser DAEŞa rêxistina terorê.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr bi piştgiriya polêsên tevgera taybet û firokeyan va di heman demê da operasyon birin ser gelek navnîşanên ku li Baxcîlera navçeya Stenbolê hatibûn tesbîtkirin. Ekîb li xanî û dikanên kesên ku hatin binçavkirin geriyan.
Ekîbên polêsan di çarçoveya operasyonê da li xaniyekî di avahiya li hemberî Qaymeqamtiya Baxcîlerê ya li Kolana Mehmet Akîf a Dereyoluyê geriyan. Ekîb li avahiya 3 qatî ya Kîtap Evîyê û Kovara Tevhîdê jî geriyan.
Hat ragihandin ku operasyon hê dewam dikin û gelek kes hatin binçavkirin.