ŞIRNAK
Serokê Weqfa Perwerdeyê ya Rîbatê Abdullah Buyuk di konferansê de axivî û diyar kir ku divê insan ji bo her du dinyayan jî bixebite û wisa neke ku ji yekî yek heba bibe.
Buyuk got armanca konferansê ew e ku der heqê vê dinyayê û dinyaya din de welatiyan agahdar bike û wiha dewam kir: "Dema ku insan di bin ronahiya îslamê de ji bo her du dinyayan xebitîn, wê demê aştiya civakî jixwe dê bi hemdê xwe pêk were."
Ji bilî Walî Hasan Îpek, Rektorê Zanîngeha Şirnakê Prof. Dr. Ali Akmaz û gelek welatî beşdarî konferansê bûn.