ÎSTANBUL
Serokê Weqfa Azadî û Mafên Mirovan a Alikariya Mirovî (ÎHH) Bûlent Yildirim wiha got: "Perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî şîrê dayikê helal e. Ev ifadeyeke pir zelal e."
Weqfa ÎHHyê rapora ku der barê "pêvajoya çareseriyê" de amade kir, li navenda xwe giştî ya li Fatîhê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.
Endamê Lijneya Revebiriya ÎHHyê û Serokê Lijneya Hiqûqê Parêzer Gûlden Sonmezê rapor xwend û wiha got: "Di demên dawîn de ji bo aşitiyê û çareseriyê hevdîtin û diyalog çêdibin ku pêvajo nexitime, zêde xwîn nerije. Ji bo ku biratî û dadmendî pêk bê, şer bi dawî bibe û aştî pêk were hewl tê dayîn. Ev hewl pesn û piştgiriyê heq dikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku pirsgirêka kurdan mijareke kûr û bixwîn e û bi rondikan pêçayî ye. Ji ber vê, ji bo çareserkirinê wê jî hewce dike ku gavên baş, mayînde û binecih bên avêtin."
Sonmez diyar kir ku nûnerên gelê kurd ne bi tenê PKK û BDP ne û wiha axivî: "Daxwazên PKKê yên îdeolojîk û hewcehiyên giştî yên gelê kurd gelek ji hev cuda ne. Pirsgirêk divê ji aliyên hiqûqî, aborî û siyasî ve bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê destûra derbeyê ya ku ne bi tenê gelê kurd, hemû gelên li Tirkiyê mexdur dike bê guhertin. Ji bilî vê, divê hin guhertinên din ên hiqûqî û îdarî jî bên kirin."
Serokê ÎHHyê Bûlent Yildirim jî di civînê de axivî û wiha got: "Kes nikare mafên ku Xwedê daye mirovan ji holê rake. Yên ku li hember mafan disekinin, îro têk çûne û dê sibê jî têk biçin. Dema ev mafên ku hatine qedexekirin tên dayîn, wisa tevdigerin ku yê nezane dê bêje ji xêra bavê xwe didin. Bila her kes bizane ku ev yek mirovan gelek aciz dike û pê dişkên. Perwerdeya bi zimanê zikmakî wek şîrê dayikê helal e. Ev ifadeyeke pir zelal e."