VAN
Ji bo ku qetliyamên li dijî derbenexwazên li Misrê protesto bikin, li Wanê konveyeke bi 20 wesayîtî ku ji xwe re dibêjin "Dildarên Misrê" ji Wanê hereket kir û dê biçe piştgirî bide xwepêşandanên li Saraçxaneya Stenbolê.
"Dildarên Misrê" li ber Mizgefta Hz. Omer civiyan û wesayîtên xwe bi sembola Rabîayê xemiladin û pankartên ku li ser "Li benda Mûsa nemîne, kopalê xwe bigire, bikeve rê" nivîsandî, bi wesayîtên xwe ve kirin û ketine rê û çûne Stenbolê.
Wisa tê payîn ku kom roja înê xwe bigihîne Stenbolê û li wir nimêja înê bike û piştre xwepêşanekê li dar bixe.
Li ser navê komê Serokê Komeleya Gokkuşagi Şukru Çakir axivî û got ku em ê piştgiriya bajarên li ser rêya me jî bixwazin.