ANKARA
Wezareta Karên Derve da zanîn ku divê demildest îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolînkirin û wiha pê de çû: "Heke îdia durust bin, wê çaxê wijdana raya navneteweyî dê li hember vê sûc û tevgera wehşiyane ya li mirovahiyê hatiye kirin, qebûl neke."
Di daxuyaniya Wezaretê de hat gotin: "Duh bi şev li Şamê, li deverên rojhilatê Gûtayê û li rojavayê Gûtayê ji hêla hêzên rejîmê ve tê gotin ku bi çekên kîmyewî êrîş pêk hatin ku ev yeka jî bi fikariyeke mezin tê şopandin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê ev îdia demildest bên eşkerekirin û wekî din ev yekana hatin gotin: "Komîsyona Lêkolînê ya NYê ya ku hê jî xebatên xwe didomîne ku ew jî ji bo piştrastkirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî, li Sûriyê hatibû damezrandin divê vê îdiaya dawî jî bikole û tiştên heyî eşkere bike. Heke îdia durust bin wê çaxê wijdana raya navneteweyî dê li hember vê sûc û tevgera wehşiyane ya li mirovahiyê hatiye kirin, qebûl neke."