13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
SILÊMANÎ
Serokê Konseya Îslamî ya Bilind a li Iraqê Ammar el-Hekîm destnîşan kir ku heger pêbaweriya raya giştî ya ji bo Heyder Ebadî paşva were kişandin wê welêt ber bi pêşerojeke nebaş va here.
Hekîm li Silêmaniyê piştî hevdîtina bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ra civîna çapemeniyê çêkir.
Hekîm der barê mijara vekişandina pêbaweriya raya giştî ya ji Heyder Ebadî da wiha got: "Heger pêbaweriya raya giştî paşva were hildan wê welat ber bi pêşerojeke nebaş va here."
- "Kurd şirîkê sereke yê hikûmetê ne"
Hekîm diyar kir ku kurd şirîkê sereke yê hikûmetê ne û wiha got: "Gelek girîng e ku kurd tevlî pêvajoya biryardayîna der barê welêt da bibin."
Hekîm do li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ra hatibû bal hev û piştî pêwendiyên li Hewlêrê ji bo bi rayedarên YNKyê ra xeber bide derbasî Silêmaniyeyê bûbû.